Li Amedê mîtînga “Dema azadiya jinê ye” hat lidarxistin

Li Amedê, bi dirûşma “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad-TJA û meclisa jinan a DBP’ê mîtîngek hate lidarxistin.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî di mitîngê de axivî û got:
Di dîrokê de çawa hemû êrîşên desthilatdariyê vala derketin, wê îro jî êrişên wan vala derkevin û ew ê heta azadiyê bi dest bixin li ber xwe bidin.

Li Amedê, bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Tevgera Jinên Azad-TJA û Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê mîtînga jinan hate lidarxisitn.

Jinên ku li dijî hişmendiya desthilata heyî, zêdebûna êriş, kuştin, nîjadperest û zayendperestî dengê xwe bilind dikin, li Amedê kom bûn û bi dirûşemya “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” mitînga xwe li qada Îstasyonê li dar xist.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), parlamenterên HDP’ê Nûran Îmîr, Semra Guzel, Remziye Tosûn û Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê û gelek jin beşdarî mîtîngê bûn.

Nûran Imîr: Em jinên Kurd li hember êrişên hovane li ber xwe didin

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di mitîngê de axivî û wiha got:

“Em di pêvajoyên zor û zehmet de derbaz dibin. Em jinên kurd li hember êrişên hovane li ber xwe didin. Ev zihniyete doh îro jî van êrişan li ser jinan û kurdan didominin. Lê bila baş bê zanîn ji destpêka dîrokê heya îro em hene.”

Nûran bi bîr xist ku desthilatdariya AKP’ê polîtîkayên herî qirêj li ser jinan dimeşine û jin li hemû qadên jiyanê rast êrişên nijadperestiyê tên.

Nûran berxwdana jinên Şehîd yên mîna Sakîne, Fîdan, Leyla, Asya, Fatma û Hevrîn bi bîr xist û brxwedana jinên girtî li zindana Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û bi hezaran jinên di zindanan silav kir û nîşan da ku berxwdan wan bûye delîlên hevî û serkeftina jinan.

Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr di dawiyê de got, heya şer dewam bike wê rojane tindî dijî jinê bê kirin û bibe hedefa deshihatdariyê.

Nûran îmîr bi bîr xist ku di dîrokê de çawa hemû êrîşên desthilatdariyê vala derketin, wê îro jî êrişên wan vala derkevin û ew ê heta azadiyê bi dest bixin li ber xwe bidin.

Her wiha dayika Ş.Denî Poyraz Fehîme Poyraz jî di mitîngê de axivî û wiha got:

“Hûn hemû Denîz in. Divê em dest bi din destê hevdû. Denîz li avahiya HDP’ê hat kuştin û bê parastin bû. Denîz ne tenê Denîzê min e, Denîza vî welatî ye.”

Back to top button