Encamên dawî yên hilbijartinên Iraqê hat eşkere kirin

Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext yên Parlamentoya Iraqê eşkere kir.

Serokê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir, bi peyamekê diyar kir ku eger Emerîka mercên wan diyar kirine qebûl neke, wê demê li dijî Iraqê ye.

Li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê di 10’ê Cotmehê de hilbijartinên pêşwext yên Parlamentoya Iraqê pêk hat.

Li gorî encamên dawî Tevgera Sadir bi 73 kursiyên parlamentoyê yekemîn bi serket.

Serokê Tevgera Sedir Mûqteda Sedir mercên xwe yên ji bo danûstandina bi Amerîka re eşkere kir

Serokê Tevgera Sadir Mûqteda Sadir ku di hilbijartinê de bû yekem, têkildarî mercên li gel Emerîka danûstandinê bike peyamek weşand.

Mûqteda Sedir di peyama xwe de çend xal anîne ziman ku hin xal wiha ne:

– Emerîka bi awayekî dîplomasî li ser hemû astan li gel me danûstandinê bike.

– Guftûgo û diyaloga cidî têkildarî navend, baregehên leşkerî, balafirên şer û destwerdana li Iraqê were kirin.

– Sînorên hawayî, bejahî, deryayî û gelê Iraqê ji pirsgirêkên herêmê biparêze.

Back to top button