WEKÎLÊ SWÎSRÎ BANG LI KONSEYA FEDERAL A SWÎSRE KIR KU HEWLESTÊ NÎŞAN BIDIN

Wekîlê Swîsreyî Bern hard Jul bal kişand ser paqijiya etnîkî ya li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk û komên wê yên çete ve tê kirin û ji Konseya Federal a Swîsreyê xwest ku li dijî vê yekê bikeve nava liv û tevgerê.

Bernhard Jul ji bo balê bikişîne ser polîtîkayên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li Efrîna dagirkirî, pêşnûme pirsek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kir.

Jul di pêşnûme pirsê de wiha got,

“Dewleta Tirk û çeteyên ku piştgiriya wan dike, di serî de li Efrînê li dijî Kurdên li gelemperiya Sûriyê mafên bingehîn ên mirovan ên Kurdan binpê dikin.

Mirovên sivîl tên revandin, ji cih û warên xwe tên kirin, tên talankirin, malên gel bi zorê tên desteserkirin, bi zorê bac têne standin û êşkence hîn jî didome.”

Parlamenterê Swîsreyê Bernhard Guhl beriya niha jî bi pêşnûme pirsên xwe bal kişandibû ser kiryarên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li Efrîn û bakurê Sûrî.

Leave a Reply

Back to top button