Artêşa Tirk û cerdewanan li çiyayên Şirnexê daristan nehiş, ji holê radikin

Dewleta Tirk a qirker ji Çiyayê Şirnexê dar nehişt

Artêşa qirker xwezaya Kurdistanê talan û wêran dike.

Vê talanê jî bi destê leşker, cerdewan û nokeran pêk tîne.

Li Çiyayên Cûdî, Gabar û Nimêjê û li Bestaya Şirnexê leşkerên Tirk û cerdevan bi mehan daran dibirin û daristanên li herêmê ji holê radikin.

Berê jî derketibû holê ku darên hatine birîn bi kamyon û TIR’an birine herêmên din û niha jî dîmenên nû derketin holê.

Di dîmenan de tê dîtin ku herî kêm 10 terextor darên hatine birîn, hatine barkirin. Tê diyarkirin ku terextor ji cihên asê darên hatine birîn bar dikin, tînin cihên rast û ji vir jî dar li Barhilgiran tê barkirin û dibin cihên din.

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristana, daristanên li herêma Şirnexê ji sedî 8’an kêmtir bûne.

Back to top button