Koalîsyona Erebî: Li Mearib ê 160 çekdar hatin kuştin

Koalîsyona Erebî, ragihand ku li bajarê Mearibê 160 çekdarên Hûsî hatine kuştin.. Hûsî jî îdîa dikin ku ew ber bi Meraibê ve bi pêş de diçin.

Li Yemenê bi mehan e çekdarên Hûsî hewl didin bajarê Mearibê kontorl bikin, lê koalîsyona Erebî li hemberî vê tevgerê dibe asteng..

Koalîsyona Erebî ragihand wan di nava 24 saetên dawî de darbên giran li çekdarên Hûsî dane.

Li gorî daxuyaniyê,

Li başûrê Mearibê, 32 êriş pêk hatin.

Di encamê de 160 çekdar hatin kuştin.

Tevî hejmara zêde a kuştiyan jî Hûsî îdîa dikin ew ber bi navenda bajarê Mearibê ve bi pêş de diçin.

Rayedarên hikûmetê jî piştrast kirin ku çekdarên Hûsî bi taybet ber bi bajarê El Abdiyê ve diçin.

Li Yemenê ji sala 2015’an ve di navbera hêzên hukûmetê û çekdarên Hûsî de şerê navxweyî dewam dike.

Di vî şerê de Siûdî destekê dide hikûmetê, Îranê jî piştgiriya Hûsiyan dike.

Heta niha ji ber şer bi deh hezaran kes hatine kuştin.

Back to top button