Rêveberiya Xweser a Şengalê: Zêdebûna êrişan, vîna me ya serkeftinê bihêztir dike

Rêveberiya Xweser a Şengalê destnîşan kir “PDK’ê bi hinceta hilbijartinê hewl da vegere Şengalê, lê vîna gelê wê rê li ber vê yekê girt. Rêveberiya Şengalê ragihand ku planên li dijî civaka Êzdî dibin sedem ku biryardariya wan a serkeftinê bihêztir bibe.

Piştî hilbijartina pêşwext a li Iraqê, li dijî Şengalê propagandayeke taybet destpêkir.

Bi taybet ev yek ji aliyê PDK’ê ve tê birêvebirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê vê tevgerê weke êrişa siyasî ya li hemberî xwe binav dike.

Li hemberî vê rewşê, Rêveberiya Xweser a Şengalê bi hemû saziyên xwe ve civiya, encamên hilbijartinê nirxand û bernameya xwe ya ji bo dema nû nîqaş kir.

Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hesen têkildarî encama civînê axivî.

Riham Hesen diyar kir ku PDK’ê bi hinceta hilbijartinê hewl da vegere Şengalê, lê vîna gel li dijî vê derket û got;

PDK’ê di mijara fen û hîleyan de bi ser ket û ev ne tiştekî ecêb e. Lê Şengalê eşkere kir ku berxwedan bi xwe re serkeftinê tîne.

Wan li gorî xwe encam diyar kirin. Li gelek deverên Şengalê dengdan hat sekinandin. Gel nikaribû deng bide.

Riham Hesen encamên hilbijartinê bi peymana 9’ê Cotmehê ve girê da û wiha dewam kir:

Ev roj bi taybet hat hilbijartin. Bi peyman û hilbijartinê, dixwazin derbasî Şengalê bibin.

Niha jî dibêjin em ê vegerin. Lê helwesta wan a dema fermanê û êrişa wan a li dijî Sinûn û Xanesorê wê ti carî ji bîra gelê me neçin.

PDK dixwaze xwe bispêre peymana 9’ê Cotmehê û encamên hilbijartinê û vegera Şengalê.

Ya tê kirin li dijî berjewendiyên civaka Êzdî ye û em ê qebûl nekin.

Planên bi vî rengî yên li ser Şengalê dibe sedem ku em bêtir bi doza xwe ve werin girêdan.

Tiştekî ji vê rastiyê cûdatir ku em bixin nav planên xwe nîne. Tiştekî ku bibe sedem em xeta xwe biguherînin jî nîne.

Back to top button