Salih Muslim: Erdogan bi gefên êrişan dixwaze aloziyên xwe veşêre

Rojên dawî û bi hin hincetan, careke din dixwazin êrîşî herêmê bikin.. Salih Muslim, Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê bal kişand ser van hincetan û diyar kir ku mafê gelê ku axa wan hatiye dagirkirin heye ku çalakiyan bikin. Salih Muslim, destnîşan kir ku çi êriş li ser herêmê pêk werin wê rastî berxwedaneke dijwar were û ji bilî berxwedanê wê tu rê tune bin.

“Dewleta Tirk di dema dawî de him li derve him jî li hûndir, gelek tengav bûye, lewma dest bi gefan kiriye”

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim, bi van gotinan gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê tîne ziman.

Salih Muslim derbarê gef û êrişên dewleta Tirk de ji ANHA’yê re axivî.

Muslim diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hemû pêkhateyên li herêmê tune bike- Kurdan ji holê rake û çeteyên xwe li tevahiya herêmê bi cih bike.

Salih Muslim eşkere got:

“Koalîsyona AKP-MHP di hindir de têk çûye, gelên li Tirkiyê nema weke berê piştgiriya wê dikin.

Dewleta Tirk di vê dema dawî de him li derve him jî li hûndir gelekî tengav bûye.

Ji bo ku vê koalîsyonê li ser lingan bihêle û şerê xwe bi gelê Tirkiyê bide rewakirin, gefan dixwe.”

Salih Muslim: Ji bilî berxwedanê ti rê li pêşiya me tune ye

Salih Muslim da xuyakirin ku dewleta Tirk avêtina topan li ser sînorê xwe û kuştina leşkerên xwe li Ezazê weke hincet bi kar tîne û got:

“Li Ezazê gelek hêz hene û heya niha kesekî negotiye me êrîş kiriye.

Mafê gelê me yê ku axa wan hatiye dagirkirin heye ku çalakiyan bikin.

Ji ber ku kes dagirkeran li ser erdê xwe qebûl nake.

Çalakiyên gelê me heya niha li herêmên dagirkirî di çarçoveya xweparastina rewa de ne.

Salih Muslim diyar kir ku ev erd ne bêxwedî ye û çi êriş çêbibe wê xwediyê vê axê li ber xwe bidin.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim, dawiyê piştrast kir li dijî van êrişan xwerêxistinkirin û bihêzkirina parastina rewa pêwîst e.

Back to top button