Rojnamevanê Îngîlîz Sweeney: Der barê bikaranîna çekêk kîmyewî belgeyên cidî hene

Rojnamevanê navdar ê Îngîlîz Steve Sweeney li gorî lêkolînên ku di dema serdana xwe ya li Başûrê Kurdistanê kirine, eşkere kir wî gelek belge bi dest xistine ku dewleta Tirk li dijî gerîla çekên kimyayî bi kar anine. 

Ajansa Rojnêwsê derbarê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla bi ronnamevanê Îngîlîz Steve Sweeney re hevpeyvînek pêk anî.

Sweeney diyarkir gelek belge hene ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê çekên kimyawî bi kar aniye.

Sweeney got: “Belgeya vê ya herî giring ew e şopên li ser bedena kesên ku rastî çekên kimyayî hatine.

Ji bilî şopên li ser bedena mirovan, gelek şopên çekên kimyayî ku bandorek berbiçav li ser erdnîgariya deverê jî kiriye hene.”

Sweeney bêdengiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî jî (OPCW rexne kir û ev bang kir:

“Divê bi lez komisyonek navnetewî were avakirin û li Başûrê Kurdistanê li wan cihên ku dewleta Tirk çekên kimyawî bikaraniye lêkolîn bide destpêkirin.”

Back to top button