Li Sermeda di êrişeke hêzên hikumetê de 3 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn

Di encama êrişa hêzên hikumeta Şamê ya li ser bajarê Sermedayê de 3 kes hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.
Li çolistana Sûriyê jî di encama êrişên hewayî yên balafirên şer ên Rusyayê û şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û DAIŞ’ê de, 14 çete hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişî bajarokê Sermeda a li ser sînorê Lîwa’i Iskenderonê kirin.

Hat diyarkirin di topbaranê de “Beşê Polîs” yê li Sermeda, avahiya nifusê û kampek li rojhilatê bajar bûn armanc.

Di encamê de di nav de çeteyên bi navê “Polîsên Sivîl” 3 kes hatin kuştin û 15 kes birîndar bûn.

Hat gotin di nav de sivîl jî hene.

Di 48 seatên dawî de li çolistana Sûriyê 14 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer ên Rusyayê di 48 saetan dawî de li dijî nuqatên DAIŞ’ê yên li çola Resafê ya başûrê Reqayê û li çiyayê Beşerî yê li çolistana Sûriyê nêzî 55 êrişên hewayî pêk anîne.

Hat gotin di encama bombebarana balafirên Rusyayê û şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê de 14 çete hatin kuştin.

Back to top button