MIT’a Tirk jineke ducanî di bin êşkenceyê de kuşt

Ji Efrîna dagirkirî, nûçeyên kuştin, revandin, û talankirinê rojane têne bihîstin.
MIT’a Tirk jineke du canî û hevjînê wê piştî ku revandin êşkence li wan kirin.
Hat diyar kirin jina ducanî di bin êşkenceyê de hatiye kuştin û çarenûsa hevjînê wê heta niha ne diyar e.
Dagirkeran ji gundên Raco û Mabata 3 kes revandin.
Hate zanîn tenê di nava hefteya borî de, 3 ji wan jin, 22 kes ji Efrînê hatin revandin.

Li Efrîna dagirkirî, dewleta Tirk û çeteyên wê rojane her cure kirinên dermirovî yên mîna kuştin, revandin, talankirinê dikin.

Rêxisitina Mafê Mirovan a Efrînê da zanîn ku MÎT’a Tirk jina ducanî ya bi navê Nimat Behcet Şêxo ya 32 salî û hevjînê wê Xelîl Nasan yê 36 salî yên ji gundê Qûpê yê bi ser navçeya Raco, ji pêşiya nexweşxaneya Qenber a li navenda bajarê Efrînê revandin.

Rêxistinê got, MIT’a Tirk 6 saetên li pey hev lêpirsîn û êşkence li jina ducanî û hevjînê wê kirin, ku di encamê de jina ducanê di bin êşkenceyê de hate kuştin û çarenûsa hevjînê wê heta niha ne diyar e.

Hate zanîn çeteyan gef li malbata jina kuştî xwarine ku ti agahiyê derbarê kuştina wê de belav nekin.

3 kes ji gundên navçeyên Raco û Mabata hatin revandin

Her wiha hate zanîn ku çeteyan, bi sedemên cuda, 3 kes revandin û birin cihekî ne diyar.

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

Mistefa Mihmed Dordo yê 46 salî ji gundê Mûsaka yê bi ser navçeya Raco.

Niam Ehmed Henan yê 50 salî û Xelîl Henan Henan yê 48 salî yên ji gundê Qenterê yê bi ser navçya Mabata .

Tenê di nava hefteya borî de ji wan 3 jin, 22 kes hatin revandin

Li Gorî Malpera Efrîn Post, çeteyan tenê di nava hefteya borî de, 22 kes revandin, ji wan 3 jin in.

Back to top button