Şêniyên Mibicê: Divê herkes ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşe û dengê xwe bilind bike

Duh çalakiya konvedanê ya li Minbicê ya ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêber Apo pêk hat.
Kesên ku beşdarî çalakiyê bûn dan zanîn ku pêdiviya herêmê bi Rêber Apo heye û bang saziyên mafên mirovan û li herkesî kirin ku li dijî tecrîdê têbikoşin û dengên xwe bilind bikin.

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Akademiyên Civaka Demokratîk duh kon li parka giştî ya navenda Minbicê veda.

Beşdarên çalakiyê nêrînên xwe derbarê çalakiyê de anîn ziman.

Mehmûd Bekro yek ji şêniyên bajarê Mibicê ye got:

Divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û divê ji bo azadiya wî xebat were kirin, ji ber ku pêwîstiya herêmê bi fikirên wî heye.

Şêniya bi navê Medya Îbrahîm têkildarî çalakiyê got:

“Dewleta Tirk tecrîd li ser rêbertî ferz kiriye ye. Armanca ji vê çalakiyê ew e ku dengê xwe bighînin CPT ku “beşek mezin ji rakirina tecrîda li ser rêber Apo dikeve ser mile wê”.

Her wiha şêniyê bi navê Rifat El-Xelef xîtabî şêniyên Minbicê kir û wiha anî ziman:

“Ev gel fikirê rêbertî nas kiriye û ji 5 salan ve tecrubeya demokratîk a ya li ser fikirê wî li ser erdê pêk tîne.

Dem hatiye ku li dijî tecrîd û komployê têkoşînê bilind bikin.

Şêniyan di dawiya axaftinên xwe de bang li raya giştî ya cîhanê û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo azadiya rêber Apo têkoşînê bikin û tişta dikeve ser milên wan pêk bînin.

Back to top button