QEYÛM DI ŞAREDARIYA DÊRIKÊ DE 5 QURIŞ JÎ NEHIŞTINE !

Piştî hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adarê li Tirkiyê ew şaredariyên ku AKP’ê bi qeyûman desteser kiribû bi vîna gel careke din ketin destê HDP’ê. Piştî vîna gel a ji bo HDP’ê bi ser ket, kirinên qeyûman di şaredariyan de bi zelalî eşkere dibin. Vê carê Hevşaredara HDP’ê ya Dêrika Mêrdînê agahî li ser kirinên qeyuman dan û got; Qeyûman pereyê gel di geş û seyranan de xwarine.

Şaredariya Dêrikê bi 15 mîlyon TL zêdetir deyîn ve dewrî HDP’ê hate kirin.

Berî qeyûm bê tayînkirin, deynê şaredariyê tunebû û di qaseya şaredariyê de 5 mîlyon 500 hezar lîreyê tirkiyê hebû.

Niha ji ber deyîn ê qeyûm; 200 hezar lîreyê tirk pereyê şaredariyê xesp kirine.

Li gel deyînên şaredariyê, hin xerckirinên qeyûmê ku 2018’an kirine jî pir bal kêşin.

Hevşaredara HDP’ê ya Dêrikê Mûlkiye Esmez, rewşa ku şaredarî di nav de ye nirxand û got:

Di qaseyeya şaredariyê de 5 quriş pere jî nehiştine.

Bi awayekê keyfî pere xerc kirine.

Hemû pereyê gel, li geşt û seyranan xwarine.

Leave a Reply

Back to top button