Li Sêmelka..13 roj in malbat li benda cenazeyên şehîdên xwe ne

13 roj in li ber deriyê Sêmalka, malbatên şehîdan, daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin.. Heta niha ne cenaze hatine radestkirin û ne jî ti bersiv ji aliyê PDK’ê derneketiye.. Duh Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê û Rêxistina Mafên Mirovan a herêmê beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê parêzer Xalid Omer daxuyaniyek da û eşkere kir siyaseta ku PDK’ê li tevahî Kurdistanê dimeşîne, li dijî pîvanên mafên mirovan e.

Li ser navê Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Evîn Cuma axivî û bang li civaka navneteweyî û tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku bi lez li hemberî dewleta Tirk bikevin tevgerê.”

Back to top button