YPG’ê: Dewleta Tirk derewan dike, ti şervanên me li herêmên dagirkirî şehîd nebûne

Demên dawî dewleta Tirk ji bo hincetên tevgereke nû ya dagirkeriyê peyda bike, nûçeyên bê bingeh belav dike.
Bi taybet jî li deverên ku navê “Bariş Pinari” ango kaniya aştiyê li wan kiriye.
YPG’ê ji raya giştî re eşkere kir ku ti şervanên wan li hermên behskirî şehîd nebûne..

Ji roja ku şefê rêjîma Tirk Erdogan gefa êrişeke nû ya dagirkeryê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwarine, şerekî taybet tê meşandin.

Nexasim li herêmên ku di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wê de..

Herî dawî wezareta parastinê ya Tirk îdîa kir ku komeşe ji şervanên YPG’ê hewl dane êrişî wan bikin.

Li gorî îdîaya wezaretê, di encama bersivdayîna artêşa Tirk de 5 şervanên YPG’ê hatine kuştin..

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel-YPG’ê li hesabê xwe ê twitterê ragihand ku ti rastiya bûyerê tine ye û wiha got:

Di nûçeyê ku dewleta Tirk a dagirker îro belav kir de iddîa dikin ku li herêmên dagirkîrî hêzên me êriş birine ser wan û di encamê de 5 şervanên me şêhîd ketine.

Ew nûçe ne rast e.

Li heremên navborî tevgera yekineyên me tune ye.

Back to top button