Macron kuştina 120 Cezairî ji aliyê polîsên Fransî ve şermezar kir

Îro salvegera komkujiya 17’ê Cotmehê ya li dijî Cezaîriyên li Fransayê ye..
Serok-komar Emmanuel Macron komkujî şermezar kir û got;
Komara Fransa wê ji ber encama komkujiyê neyê efûrkirin.

17’ê Cotmeha sala 1961’an li paytetxa Fransayê Parîsê, Cezaîrî ji bo destekê bidin têkoşîna serxwebûnê, xwepêşandaneke aştiyane lixdar xistin.

Polîsan bi tûndî êrişî wan kir û komkujî pêk hat.

Di encamê de 120 Cezaîrî hatin kuştin.

Bi rasthatina salvegera komkujiyê, serok-komar Macron beşdarî merasîma bîranînê bû.

Macron komkujî şermezar kir û got, her çendî bi fermana berpirsê polîsan Morîs Papon pêk hatibe jî lê wê komara Fransa ji ber wê neyê efûkirin.

Back to top button