Piştî hilweşandina rêjîma Umer El-Beşîr, sala 2019’an, artêşa Sûdanê bi desthilateke sivîlî welêt bi rê ve dibe..
Lê belê niha alîgirên artêşê rabûne û banga hilweşandina hikûmetê dikin..
Bi sedan alîgirên artêşê ji duh ve rabûne û banga hilweşandina hikûmeta Ebdullah Hemdok dikin..
Alîgir dixwazin ku artêş bi tena xwe Sûdanê bi rê ve bibe û hikûmeteke leşkerî ava bike..
Alîgiran got ew ê li qadan bin heya ku wezîrên hikûmetê bên rakirin..
Anthony Blinken: Em piştgiriyê didin nexşerêya serokê hikûmetê Ebdullah Hemdok
Serokê hikûmeta Sûdanê Ebdullah Hemdok nexşerêyek ji bo birêvebirina Sûdanê ragihandiye..
Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken anî ziman ew ê piştgiriyê bidin nexşerêya Hemdok û got:
“Divê rayedarên Sûdanî qonaxa veguhêz biparêzein û di zûtirîn demê de destûra Sûdanê ragihînin.”