Besê Hozat: Rûsya di berdêla berjewendiyên xwe de dikare Kurdan bike qurban

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat, gefên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxand û got,
Ji bazarên ku têne kirin ev encam derdikeve holê,
Rûsya di berdêla berjewendiyên xwe de dikare Kurdan bike qurban.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ji Radyoya Dengê Welat re axivî..

Hozat hem gefên dewleta Tirk li dijî Rojava û hem jî berxwedana gerîlla a li dijî dagirkeriya Tirk nirxand..

Hevseroka Konseya Rêveber plana dagirkeriya nû ya dewleta Tirk û hevdîtinên wê li gel Amerîka û Rûsyayê wiha şîrove kir:

Faşîzma AKP-MHP ya ber bi hilweşînê ve diçe, bi gurkirina şer dixwaze hilbijartinan pêşwazî bike.

Ji bo vê jî amadekirina qirkirineke nû li diî gelê Kurd dike.

Bê goman ji bo bighêje vê armanca xwe, pêwîstiya wê bi desteka hêzên hundirîn û derve heye.

Di vî warî de Erdogan peyaman dide Amerîka û Rûsyayê.

Herî dawî ji daxuyaniya Biden derdikeve holê ku siyasetên faşîzma Tirk xizmeta berjewendiyên Amerîkayê nakin.

Eşkereye ku Erdogan vê gavê di mijara dagirkirina Rojavayê Kurdistanê de desteka pêwîst ji Amerîkayê negirtiye.

Ji ber wê dikyar ku Erdogan li gel Pûtîn ketiye nava bazariyan.

Beramberê wê Mosko jî hin tiştan ji Tirkiyê dixwaze.

Dixwazin Tirkiyê rêyên M4 û M5 bi temamî teslîmî rêjîma Sûrî bikin..

Tirkiyê jî di berdêla vê yekê de çavê xwe berdaye Til Rifat û Şehbayê.

Planên wan derbarê Minbic, Kobanê û Til Temirê de jî hene.

Di vî warî de ji bo Rûsya daxwazên xwe bicih bîne, dikare Kurdan bike qurban.

Yanî wisa dikarin di berdêla berjewendiyên xwe de siyaseteke ew çendî bê exlaq bimeşînin.

Hozat: Her ferdeke rojava lazime mîna şervanan tevlî berxwedanê bibe

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku di rewşa heyî de faşîzma AKP û MHP’ê şerê li dijî Kurdan weke pêwîstî ji bo xwe dibînin û wiha got:

Erdoğan, heta sala 2023’an dixwaze li ser qirkirina Kurdan rêjîmeke dîktator ava bike.

Ji ber amadekariya şerekî topyekûn dike.

Li gorî wî tevgera dagirkeriyê li dijî Başûr ne bese. Lewma dixwaze êrişî Rojava bike.

Tişta girîng ew e ku gelê yê Rojava jî li dijî vê planê bikeve nava berxwedaneke giştî.

Divê her ferdeke civaka Rojava mîna şervanên YPG, YPJ û QSD’ê be. Nabe ku axa xwe berdin.

Eger gelê me bibe xwedî îradeyeke berxwedêr, wê demê şensê serkeftina dewleta qirker namîne,

Back to top button