Balafirên şer ên Rûsî gundewarên Idlib û Hemayê kirin hedefa êrîşên xwe.
Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îro baregeha Himêmîm a Rûsiya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat topbarankirin.
Balafirên şer ên Rûsyayê jî bersiva çeteyan da.
Hat zanîn ku balafirên Rûsî gundewarên Idlib û Hemayê bombebaran kirine.
Bombekirin bi taybetî li ser herêmên Til Hewaş ên bakurê Hemayê û Cebel Ez-Zawiyê a başûr-rojavayî Idlibê bû.
Di encama de zilamek, jinek û zarokekê jiyana xwe ji dest dan.