Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro 26 kesên din ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan.
Kesên ku jiyan xwe ji dest dane 4 ji Hesekê, 5 ji Qamişlo, 2 ji Dêrikê, 9 ji Kobanê, 1 ji Reqayê, 1 ji Tebqayê û 4 jî ji Minbicê ne.
Desteya Tenduristiyê ragihand 483 kesên din jî bi vîrûsa coronayê ketine.
Li herêmê heya niha hejmara pêketiyan gihaştiye 32 hezar û 149 kesan; ji wan 2 hezar û 303 kes başbûne û 1120 kes jî jiyana xwe ji dest dane.