Îro li gelek deverên Iraqê li dijî encamên hilbijatinan nerazîbûn û xwepêşandan hatin destpêkirin.
Piştî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext yên Parlamentoya Iraqê eşkere kir li paytextên Bexda, Besra, Zîqar û Nînowa yên Iraqê li dijî encamên hilbijatinan çalakî hatin destpêkirin.
Li gorî medya Iraqê, li dijî encamên dawî yên hilbijartinê li paytexta Iraqê Bexdayê xwepêşdanê destpê kir û riya Huseyniye ya bakurê Bexdayê girtin.
Li Zîqar jî bi heman armancê welatî daketin qadan û bi şewitandina tekelan riya sereke ya bajêr girtin.
Li bajarê Besra jî hejmarek zêde ya welatiyan daketin qadan û li dijî encamên hilbijartinê bertek nîşan dan.
Li parêzgeha Nînowa jî bi heman awayî nerazîbûn hatin nîşandan.