Rêxistinên Civaka Sivîl yekitîya xwe hîn berfireh û bi hêz dikin

Îro li bajarê Qamişlo, kongreya damezrandinê ya Hevbendîya Rêxistinên Civaka Sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê destpêkir.

Bi armanca hevbendîyek di navbera Rêxistinên Civaka Sivîl de bê çêkirin, îro bi beşdarbûna 200 delege û rêxistinên navneteweyî kongrê dest pê kir..

Di runiştina yekemîn ya kongreyê de, berpirsê Navenda Sûrî ya Lêkolîn û diyalogê Nasir Hec Mansûr diyar kir ku ev pêşketineke girînge, em îro gaveke girîng ber bi avakirina projeyeki sivîl a civakî ve diavêjin. Em di qonaxeki pir hessas re derbas dibin.

Mansûr li ser armanca vê hevbendîyê jî got: ”Ev hevbendî bi kedên mezin pêk tê. Wê berjewendîyên hemû rêxistinan li ber çavan bigre, da ku her kes di xebatên avakirinê roleke aktîf bilîze.”

Tê payîn ku kongre sibê jî dewam bike û ji bo pêşerojê niqaş bêne kirin.

Back to top button