
Koordînasyona KJK’ê derbarê bûyera destavêtina keça 5 salî ya li Stanbolê de daxuyaniyek da û diyar kir ku li pişt bûyerên bi vî rengî dest û mêjî faşîzma AKP-MHP’ê heye.
KJK’ê li dijî van bûyeran banga têkoşîna hevpar a hêzên azadî xwaz yên civakê kir.
23’ê Nîsanê li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê 2 kesan dest avêtin keçeke 5 salî.
Vê bûyerê di nava şêniyên navçeyê û tavahiya Tirkiyê de hêrsek mezin ava kir.
Koordînasyona Komela Jinên Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got;
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê careke din karakterê xwe yê mêrê serwer ê qirêj ku piştgiriyê dide destavêtin, destdirêjî û kuştina jinan, nîşan daye.
KJK’ê bi bîr xist ku di dema desthilatdariya AKP’ê de bûyerên kuştin û destavêtina li jinan her zêde dibe û ev tişt anî ziman;
“AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe bidomîne polîtîkayên dijminatiya li jinê mayinde kiriye. Bûyera destavêtina li keça 5 salî ya li Kuçukçekmeceyê xwedî gelek armancên siyasî û civakî ye.”
KJK’ê destnîşan kir ku bûyera li Stenbolê rû da plankirî ye û got.
Penaberekî ji Pakîstanê weke kiryarê vê bûyerê nîşan didin. Ev yek jî ji bo sorkirina hêrs û nefreta li dijî penaberan tê kirin. Lewma ev bûyer ji aliyê kê ve hatibe kirin jî li pişt wê dest û mejiyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê heye.
KOORDÎNASYONA KOMELA JINÊN KURDISTANÊ KJK:
PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE HEVPAR A HÊZÊN AZADIYA CIVAKÊ HEYE
KJK’ê bal kişand ser cih û dema bûyerê û diyar kir, “Bûyer li Stenbolê, 23’ê Nîsanê li taxên ku Kurd-Tirk û gelên din bi hev re dijîn, qewimî.
KJK’ê dest nîşan kir ku di serî de tevgerên azadiyê yên jinan ên li Tirkiyê, divê parêzvanên mafên jinan, femînîst, hêzên demokrasî û azadiyê hemû zanibin; ne cara yekê ye ku bûyerên bi vî rengî diqewimin û ne ji rêzê ne. Bi rêya bûyerên bi vî rengî tê xwestin, di serî de jin, civak û hêzên demokrasiyê bên tepisandin û radestgirtin.
Ji ber vê yekê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a hêzên azadiya civakî heye. Jin û hêzên azadiyê yên li Stenbolê û gelemperiya Tirkiyê, divê li dijî vê tifaqa mêr a faşîst bi rêxistiniyeke xurt tevbigerin.”