Li Şehba…di encama teqîna mayîna DAIŞ’ê de 4 zarok birîndar bûn

​​​​​Mayîneke çeteyên DAIŞ’ê ku li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê berê danîbûn teqiya û 4 zarok birîndar bûn.

Zarokên ku birîndar bûne rakirin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê.

Navên zarokên birîndar wiha ne; Diyar Mihemed Ebdo (15), Îshaq Îbrahîm Tarî (13), Nabo Erabo Erabo (14), Serhed Mihemed Tarî.

Tê gotin ku birîna hin zarokan giran e.

Li gorî agahiyên bijîşkan zarok piranî di zik, ling û destên xwe de birîndar bûne.

Back to top button