ÇETEYEKÎ TIRK KU ŞERÊ HÊZÊN LÎBIYAYÊ ÊN NIŞTÎMANÎ DIKIR, HAT GIRTIN

Her roj belge û nîşanên piştgiriya hukemeta AKP’ê bi çeteyên DAI’Î’Ş’ê û komên terorîst re eşkere dibin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Lîbiyayê ragihand ku wan hin çete binçav kirine di nav de çeteyekî Tirk heye.
Van çeteyan li gel çekdarên bi navê ”Wîfaq” şerê li dijî Hêzên Lîbiya ên niştîman dikirin.

Fermandariya Giştî diyar kir ku armanca Erdogan ji vê yekê ew e ku temenê kirîza Lîbiyayê dûvdirêj bike.

berdevkê fermî yê fermandariya giştî ya hêzên Lîbiyayê Ehmed Mismarî di kongreyekê çapemeniyê diyar kir ku ev çeteyên biyanî bi rêya Tirkiyê derbasî Lîbiyayê bûne û piştgiriya çeteyên ”Wîfaq” di hemû milan de dikin, heta asta firokeyên bê firokevan.

Mismarî destîşan kir ku çeteyê Tirk ku hatiye girtin navê xwe Borîs Rayîs e, ji Ekoadorê ye û bi eslê xwe Tirk e.

Beriya niha jî Ehmed Mismarî ragihandibû ku gelek çeteyên bi aslê xwe ne lîbî ne li gel çekdarên ”Wîfaq” şerê hêzên Lîbiya ên niştîmanî dikin.

Leave a Reply

Back to top button