Koçberên Rojava yên li Başûr mamoste ne boykota çûna kar ragihandin

Ji meha Hizêranê ve hikumeta Başûrê Kurdistanê mûçeyên koçberên Rojava yên li kampên Başûr mamoste ne nedane wan.

Ji ber vê yekê mamosteyan hemûyan ku hejmara wan 300 e, boykota çûna kar ragihandin.

Mamostayên li kampên parêzgeha Silêmaniyê perwerdê didin zarokên penaber, li ber Rêveberiya Giştî ya Perwerda Silêmaniyê kombûn.

Hacî Efrînî li ser navê mamosteyan axivî û diyar kir ku ew li kampên Barîke, Bazyan, Baycan, Ranya û Erbetê bi tenê perwerdê didin 4 hezar xwendekaran.

Efrînî got ku li kampa Barîke pirsgirêka nebûna refan heye û di hinek refan de nêzî 60 xwendekar rûdinên.

Hacî Efrînî got ku tevî van zehmeyiyan û kêmbûna mûçeyan jî di ser de ji meha Hizêranê ve mûçe qut kirine û ev yek anî ziman:

“Em îro hatin pirsgirêkên xwe li gel Reveberê Giştî yê Perwerda Silêmaniyê bi axivin, lê rêveber pêşwaziya me nekir.”

Hacî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir daxwazên wan bi cih bînin û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Back to top button