Li Minbicê çalakiya konvedanê di roja 2’yan de bi dawî bû

Çalakiya konvendanê ya li Minbicê ku Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpêkiribû di roja 2’emîn de bidawî bû.

Çalakiya konvedanê ji aliyê Akademiyên Civaka Demokratîk ve û li parka giştî ya navenda bajêr hatibû destpêkirin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û Gundewarê wê Mihemed Elî El-Ebo axivî, diyar kir ku ew ê heta dawiyê ji bo avakirina civakeke demokratîk û siyasî ya ku Rêber Ocalan bangî dike, tê bikoşin.

Di dawiyê Akademiyên Civaka Demokratîk û Komîteya Azadiya Rêbertî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Rastî êdî eşkere ye, rev jî nabe. Ji Lew re divê her kes bizanebe ku em parêzvan in, banga azadiya rêber Abdullah Ocalan dikin.”

Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya rêbertî pêk bînin.

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dûrişman bi dawî bû.

Back to top button