Careke din bêyî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Cenevê destpêkir

Ji Viyanayê bigrin heta Cenêv, Astana, Soçî, Riyad û Qahîreyê, bi salane di bin navê çareserkirina aloziya li Sûrî bi dehan civînên navneteweyî hatin lidarxistin..
Dûh careke din civînan dest pê kir, lê heta roja Îro tu encam jê derneketine, ji ber nûnerên gelê Sûriyê yên rasteqîn beşdar nebûne.

Ji Viyanayê bigrin heta Cenêv, Astana, Soçî, Riyad û Qahîreyê, bi salane di bin navê çareserkirina aloziya li Sûrî bi dehan civînên navneteweyî hatin lidarxistin..

10 sal di ser van hewldanan re derbas dibin, lê heta niha ji bo çareseriyê tu gaveke ber bi çav û cidî nehatiye avêtin..

Sedem jî ew e ku ji gel û hêzên li Sûrî bêhtir, yên cihê xwe di nav civînan de digrin hêzên derve ne û yên axa Sûriyê dagirkirin û rê nadin çareseriyê…

Aliyên ku li ser navên opozîsyona Sûrî beşdar dibin, heta niha ji bilî wêranî, talan û kuştinê tiştekî din nekirine para xelkê Sûriyê û niha bûne darê destê dewleta Tirk.

Ew in ku li ser navê komên çete yên niha Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablûs û Babê dagirkirine, û li bin sîwana dewleta Tirk de ne weke aliyekî hevdîtinan beşdarin…

Tişta balkêş ew e ku hêzên mîna Amerîka, Rûsya û hin welatên Ewrûpayê jî van aliyên selefî û radîkal ên ser bi dewleta Tirk ve wekî alî qebûl dikin…

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser a ku nûneriya zêdetirî 4 mîlyon ji xelkê Sûriyê dike, heta îro jî li derveyî van civînan hatin e hiştin.

Di mijdara 2019’an de bi pêşengtiya Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geîr Pedersen qaşo komîta destûr avakin û destûra pêşerojê saz bikin, dest bi civîna yekemin bû….

50 ji aliyê rêjîmê, 50 muxalefeta Sûrî û 50 kesên ji saziyên civakî û derdorên serbixwe hatin diyarkirin.

Lê ji Bakur û rojhilatê Sûiyrê yek Nûnerê xelkê nehat vexandin û wekî carên berê, hatin paşguhkirin.

Aliyên çavdêr, li ser van civînan gotin, Nûnerên rasteqîn ên gelê Sûriyê ne beşdar in, komên beşdar jî li ser berjiwendiyên dewletên ku pê ve girêdayîne li hev nakin, lewma tu hêvî ji van civînan tune.

Geîr Pedersen: Ji bo destûra nû were çêkirin lihevekirin çêbû

17 cotmeha 2021’an, ango duh, careke din Komîteya Destûrê ya Sûriyê ku nûnerên Hikumeta Şamê û aliyên din tê de cih digirin, li ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî civiyan.

Nûnerê NY ji bo Sûriyê Geîr Pedersen derbarê civînê de axivî û diyar kir ku Komîteya Destûrê careke din ji bo destpêkirina pêvajoya amadekirina destûreke nû civiyane û aliyan li hev kiriye..

Li gorî Pedersen, wê hevdîtin bi qasî hefteyekê bidomin.

Hadî Al-Bahra yê di komîteyê de cih digire jî civîneke çapemeniyê li dar xist û tê de got: lihevkirina li ser destûra nû gaveke erîniye…

Lê ev hevdîtin ji ber ku nûnertiya hemû gelê Sûriyê nake, wê mîna yên berî wê, tu encamên erînî bi xwe re neyîne.

Back to top button