Şandeyeke payebilind a Rûsî serdana Şamê kir û bi Beşar Esed re civiya

Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, Şandeyeke payebilind a Rûsî serdana Şamê kir û bi Beşar Esed re civiya.

Şandeya Rûsî ji nûnerê taybet ê Rûsyayê li Sûriyê Alexander Lavrentiev û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Vershinin pêk tê.

Ajansa SANA’yê ya hikumeta Şamê ragihand “Her du aliyan mijarên girêdayî tevkariya her du welatan li ser asta têkoşîna li dijî terorê, qad aborî û bazirganiyê gotûbêj kirine.”

Hat ragihandin şandeya Rûsî diyar kiriye ku serdana wan li ser daxwaza serok Vlademir Pûtîn pêk hatiye.

Ajansê diyar kir şandeya Rûsî gotiye ew dixwazin peymanên çalakirina enerjî û çandiniyê îmze bikin û bi awayekî çalak beşdarî xebatên jinûve-avakirina Sûriyê bibin.

Hat gotin ku di hevdîtinê de mijara civînên komîteya destûrî jî hatiye nîqaşkirin ku îro dest pê bike.

Hat ragihandin ev şande 2 rojan wê li Şamê be.

Back to top button