Sêmalka..14 roj in malbat li benda cenazeyên şehîdên xwe ne

14 roj in li ber deriyê Sêmalka, malbatên şehîdan, daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin.. Heta niha ne cenaze hatine radestkirin û ne jî ti bersiv ji aliyê PDK’ê ve derneketiye.

Heta niha ji bo piştgiriya malbatên şehîdan, bi sedan şêniyên herêma Cizîrê beşdarî çalakiyê bûn.

Duh jî şêniyên Hesekê berê xwe dan konê çalakiyê û bangên xwe tevî yên malbetên li wir kirin.

Beşdarên çalakiyê, tekez kir ku heta cenazeyên şehîdên bi destê PDK’ê hatine şehîdxistin wernegirin, ew çalakiya xwe bi dawî nakin.

Ji 5’ê Cotmehê ve, malbatên şehîdan li ber dergehê Sêmalka ne û daxwaza cenazeyên şehîdên xwe dikin.

Back to top button