Nûrî Mehmûd: Ji bilî şer tiştek di destê Erdogan de nemaye

Li dijî gefên dewleta Tirk ên êrîşkirina herêmê, bertekên tund derdikevin.. Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd tekez kir ku ji bilî şer tiştek di destê Erdogan de nemaye. Li ser helwesta Hikumeta Şamê ya li hember van êrîşan jî Nûrî Mehmûd dibêje ” ji ber naxwaze çareseriyek ji bo rewşa Sûriyê pêk were, Hikûmeta Şamê li hember van gefan berpirsiyariyên xwe bi cih nayîne.”

Ji Erdogan û hikumeta wî ya faşîst gefên êrîşên nû yên li dijî herêmê derdikevin.

11’ê Cotmehê Erdogan careke din gefa êrişan xwar û bi hin behane û idîayan xwest rewabûna van êrîşan nîşan bide..

Li ser van gefan Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ji Rojnews’ê re nirxandin kir.

Nûrî Mehmûd anî ziman “Mûxalefet û gelê Tirkiyê bi giştî dixwazin sîstema faşîst biguherînin.

Lewma û ji bo ku Erdogan li ser piyan bimîne, tenê siyaseta şer dimeşîne.”

Mehmûd diyar kir ku “Ji bilî şer tiştek di destê Erdogan de nemaye û metirsî heye Erdogan rewşeke şer ragihîne.”

Nûrî Mehmûd: Hikumeta Şamê erka xwe ya li hmber gefan nîşan nade

Nurî Mehmûd bal kişand li ser helwesta hikumeta Şamê ya li hember van gevan û got:

”Hikûmeta Şamê li hember van gefan berpirsiyariyên xwe bi cih nayîne, ji ber naxwaze çareseriyek ji bo rewşa Sûriyê pêk were.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd ragihand ku “Di dirêjahiya salên şoreşa Rojava de tenê di çarçoveya parastina mafê rewa de em bersiva êrişan didin. Ti carî me êrişî ti aliyan nekiriye.”

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Serê Kaniyê û heta niha, kêmekî tenê jî êrîşên xwe yên rojane li ser herêmê ranewestandine..

Tevî van êrîşan jî, ew; dixwaze bi idîa û derwan êrîşên nû li dijî herêmê bide destpêkirin.

Back to top button