Desteya Perwerdê û fêrkirinê ya Herêma Cizîrê ji bo mamoste û xwandekarên di refa 12′ an de bi ser ketine wê 2 peymangehan veke.
Hevserokê Desteyê Rohat Xelîl dibêje: ”Li herêma Cizîrê derdora 300 xwandekar derveyî mufadeleyê mane. Em dikarin kesên ku di dibistan û zanîngehên Rêveberîya Xweser de xwendine jî ji bo peymangehan bigrin.”
Rohat Xelîl da zanîn ku amadekarî temam bûne û 15 rojên pêş wê peymangeh werin vekirin.
Eşkere jî kir ev peymangeh, yek li Qamişlo û ya din jî wê li Hesekê be û bi zimanên Kurdî û Erebî perwerdeyê bidin.
Rohat da zanîn “Şert û mercên qebulkirinê li gorî pileyên refa 12 ne û dema xwandina peymangehê jî 2 sal e.”
Ev peymangeh wê beşên bîrkarî, zanyarî, fizîk, kîmya, zimanê kurdî û îngilîzî, werzîş, wêne û mûzîkê bihewîne.