Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi peyamekê rojbûna hezretî Muhemed li cîhana Îslamî pîroz kir û hêviya aştiyê ji Sûriyê tevî re kir.
Îro rojbûna hezretî Muhemed e.
Bi vê boneyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî peyamek pîrozbahiyê weşand û tê de rojbûna hezretî Muhemed li cîhana Îsalmî pîroz kir.
Rêveberiyê di peyama xwe de hêviya aştî û aramiyê ji bo tevahiya Sûriyê kir.
Beriya niha û ji bo vê boneyê Rêveberiya Xweser roja duşemê betlaneya fermî ragihandibû.