Hikumeta Yemenê danûstandinên aborî yên li welat rawestand

Li Yemen ku ji 2014’an ve şerê mezhebî lê didome, krîza aborî her ku diçe girantir dibe.
Ji ber nirxê pereyê Yemenê şikestinek dîrokî dît, hikumeta Yemenê jî biryar da ku danûstandinên aborî bide rawestandin.

Li gorî nûçeya ajansa SABA ya girêdayî hikûmeta Yemenê, di bin serokatiya Serokwezîr Muin Ebdulmalik de, hikumet û rayedarên Banka Navendî li paytexta demkî Aden civiyan.

Di civînê de, ji bo bicihanînê lêkolînek were kirin û bi domdarî rewş were nirxandin, biryar hate dayîn ku veguheztinên bi navgîniya torên darayî yên navxweyî bêne rawestandin.

Serokwezîr Ebdulmalik ferman da wezaret û navendên pêwendîdar ku ji bo rê li ber qaçaxçitiya diravên biyanî bigirin û çavdêriyên li benderan jî xurtir bikin.

Banka Navendî ya Yemenê duh ragihand ku wan lîsansên xebatê yên 54 buroyên danûstendina biyanî li paytexta demkî Aden betal kiriye.

Di roja îro de 1 dolarê Amerîka, 1380 riyalê yemenê ye.

Despêka şerê navxweyî yê li yemenê re, nirxê 1 dolar 215 riyal bû.

Şikestina herî zêde ya riyalê Yemenê jî di meha Cotmehê de despê kiribû.

Back to top button