Li bajarê Dresden ê Elmanya perwedeya zimanê Kurdî dest pê kir

Ji bo zimanê kurdî, xebat li her devera kurd lê ne, tê kirin.. Li bajarê Dresden (Dxêsdin) ê Elmanya ji bo fêrkirina zimanê kurdî perwerde hat destpêkirin.

Bi pêşengtiya Komeleya Navenda Çanda Kurdên li Dresdenê xebatên çand, huner û ziman hatin destpêkirin.

Yek ji wan xebatan jî perwerdeya zimanê kurdî ye.

Endamên Komeleyê piştî amadekariyan, biryar dan ku koma yekemîn ji bo zarokên di navbera 6-12 salî be û koma duyemîn jî ji bo kesên temenmezin be.

Komeleyê ji bo kesên dixwazin tevlî perwerdeyê bibin jî ev adresa li ser ekranê ji bo serlêdanê diyar kir.

Oschatzer str 28, 01127 Dresden

Back to top button