Tevî zarokan çeteyan li Haîtî 19 kes revandin

Ji sala 2021’an ve êdî navê Haîtî pir tê bihistin.
Tevî koştina serokdewlet, bûyerên revandinê pir zêde bûne.
Herî dawî tevî zarokan 19 welatiyên ku piraniya wan yên DYA ne ji aliyê komên çete ve hate revandin.

Tevî 16 mîsyonerên Amerîkî û Kanadayiyek 2 welatiyên Haîtiyê jî roja Şemiyê ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Hate ragihandin ku bûyera revandinê li cihê navbera “Carrefour Boen” û “La Tremblay 17” qewimiye.

Li gorî Sefaretxaneya Bilind a DYA’yê, ji 19 mîsyonerên di nava komê de 16 Amerîkî, Kanadayiyek û li gel wan 2 welatiyên Haîtiyê hebûn.

Du rahîbên Fransî jî serê sibehê li heman cihî di êrişeke din de hatin revandin.

Hikumeta Haîtiyê fikaran ji çeteya bi navê 400 Mawozo dike ku bûyera revandinê kiribe.

Nayê zanîn ku yên hatine revandin bi ku ve birine.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.

Di nava komê de pênc mêr, heft jin û pênc zarok hene.

Li Haîtiyê revandina mirovan di sala 2021’ê de gelekî zêde bû û ji Tîrmehê ve ji sedî 300 zêde bûne.

Back to top button