DYA û Kanada keştiyên şer şandin Kendava Taywanê

Li Kendava Taywanê av careke din germ bûye.
Ji roja peyamên gefxwarina Çînê li dijî Taywanê, li welat tevgerek zêde derketiye bêş.
DYA û Kanada keştiyên xwe şandin, Kendava Taywanê.
Artêşa Çînê ku bi tevgera xwe peyamên dagirkirina Taywanê dide, bertek nîşanî vê yekê da û got:
Şandina keştiyên şer ji bo herêmê, tenê ziyanê digihîne aramiya li herêmê.

Li Kendavên Taywanê amadekariyek zêde ya leşkerî heye.

Piştî Serokê Çînê Xi Jinping gefa dagirkirina Taywanê xwar, li welat tevgereke zêde ya leşkerî daye despêkirin.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Kanada jî keştiyên xwe yên şer ber bi welat ve şandin.

Li kendavê carke din, alozî zêde bûye.

Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (PLA), ji ber şandina keştiyên DYA û Kanada ya hefteya derbasbûyî ji bo Kendava Taywanê ew şermezar kir.

Çîn: Şandina keştiyên DYA û Kanada ji kendava Taywanê re provakasyone

Berdevkê Fermandariya Navenda Çalakiya Başûr a Çîn ê, der barê şandina keştiyên şer ên DYA û Kanadayê ji bo herêmê daxuyaniyek da.

Fermandariyê teqez kir ev pêngav “provokatîf” e û destnîşan kir ku wê zirarek mezin daye aştî û aramiya herêmî.

Fermandariyê anî ziman ku li dijî her hewildaneke provakatîf, hêzên wan yên kewayî û deryayî li kendavê di hişyarin.

Ji despêka Cotmehê ve Çînê bi dehan balefiran xaka Taywanê derbas kirine.

Hikumeta welat jî ev yek weke binpêkirin û peyamên gefxwarinê binav kiribû.

Ji 1949’an ve aloziya navbera Taywan û Komara Gel a Çînê despê kir.

Piştî Partiya Komînist a Çînê bi serkêşiya Mao Zedong rêveberiya welat xist destê xwe, alîgirên Partiya Nîjadperest a Çînê berê xwe dan grava Taywan.

Li vir jî bi serkêşiya Çan Kayşek serxwebûna Taywanê hate rahindin.

Her çiqasî Mao xwestibe Taywanê careke din li ser xaka Çînê zêde bike jî lê heta îro ev yek pêk ne hatiye.

Ji ber vê yekê di nava demên dawiyê de Serokê Partiya Komînîst a Çînê Xi Jinpinng dixwaze vê daxwaza pêşengên partiya xwe bicih bîne.

Lê ya diyar, Japonya, DYA û welatên Rojava ji vê yekê qet keyfxweş nabin.

Back to top button