Şêniyên Şêrawa: Eskerên dewleta Tirk guleyan bera me didin

Wexta çinîna zeytonan hatiye… lê sivîlên navçeya Şêrawa ji ber guleyên çeteyên dewleta Tirk nikarin biçin nav erdên xwe.

Li Şêrawayê zêdetirî 80 hezar darên zeytonan û 300 hektar zeviyên çandiniyê li eniyên şer in û ji beriya 4 salan ve malbatên navçeyê nikarin sûdê ji berhemên xwe bigirin.

Şêniyên navçeya diyar kirin ku ji tirsa hedefgirtina wan bi guleyan û ji ber mayînên ku dagirkeriya Tirk çandine nikarin biçin van zeviyên xwe.

Back to top button