Talîbanê piştî êrişên li dijî mizgeftan ewlekarî zêde kiriye

Di nava hefteya dawiyê de, êrişên bombeyî yên li Efxanistanê rewşa û metirsiya li welat zêde kir.
Di êrişên ku li dijî mizgeftên Şiiyan pêk hatin de, bêtirî 120 kes mirin û nêzî 500 jî birîndar bûn.
Talîban ya rêveberiya welat kontrol dike, li nava paytext Kabulê zêde kiriye.
Efxanî jî sedema teqînê tenê bi ewlekariya li welat ve dirê didin.

Çekdarên Talîbanê li nava paytext Kabulê li ser rêya radiwestin û yek bi yek erebeyan radiwestînin.

Ev tevger û tevdîrên zêde piştî mirina bêtirî 120 Şiiyên ku di êrişên bombeyî yên li dijî mizgeftên wan pêk hatin de rûda.

Çekdarên Talîbanê li ber derê mizgeftan jî hêzên ewlekariyê bicih kirin.

Herçiqasî çeteyên DAIŞ-Xuresanê êrişên li dijî mizgeftan li xwe girtibin jî lê di encamê de, hêrsa gel li dijî Talîbanê xwe daye der.

Şêniyên Kabulê dibêjin, ji ber kêm hewildanên parastinê ev êriş pêk hatin e.

Melayê mizgefteke Kabulê Sadiq Semadî got:

Pirgirêka heyî ya ewlekariyê ye.

Ev jî tevahî gelê me xemgîn dike.

Em ji ber êrişên roja Înê li dijî mizgeftan pêk hatî bihêrsin.

Em ji Mîrnîşîna Îslamê dixwazin ku ji bo parastina mizgeftan hewildanek cidî bikin.

Back to top button