Babilîska avê ya li peravên Cienfuegos kêliyên metirsîdar çêkir

Li Kuba babilîska avê kêliyên metirsîdar da avakirin.
Li nava peravên deryaya li nêzî bajarê Cienfuegos babilîska avê bi qasî 5 deqeyan dewam kir.

Navenda Meteorolojiyê ya Cienfuegosê diyar kir ku babilîsîka avê roja Şemiyê saet derdora 17:00an pêk hatiye.

Navendê diyar kir ku wan jî bi rêya kamerayên amator ku ji aliyê kesên li nêzî peravê ve hatine kişandin dîtine.

Her wiha ji ber babilîskê ti ziyanên canî çênebûn.

Di nava 4 mehên dawiyê de li heman herêmê 3 caran babilîskên avê çêbûne.

Babilîskên avê piraniya xwe herî zêde 5 deqeyan dewam dike.

Bandora xwe jî li ser rêyê erdê zêde nayê dîtin.

Tê gotin, pir kêm caran tê dîtin ku ev babilîsk bikarin ziyan bigihînin keştiyan.

Back to top button