Li bajarên Iraqê li dijî encamên dawî yên hilbijatinan gel daketin qadan

Doh li gelek deverên Iraqê li dijî encamên hilbijartinan nerazîbûn û xwepêşandan hatin destpêkirin.

Gel daketin qadan agir pêxistin û banga betalkirina encamê hilbijartinê kirin.

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî bi daxuyaniyeke bang xwepêşandêran kir ku derveyî şîdetê di çarçoveya aştiyane çaliyên xwe yên rewa pêk bînin.

Her çendî rayedarên Iraqê bi hilbijartinan pêşwext ya Iraqê ve armanc kirin ku dawî ji aloziya Iraqê bînin, berovajî piştî hilbijartinan aloziya Iraqê zêdetir bû.

Sedema vê yekê jî encamê hilbijartinan e.

Piştî ku Komîsyona Bilind a Hilbijartina Serbixwe ya Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext yên Parlamentoya Iraqê eşkere kir alozî zêdetir bû.

Welatiyên li Bexda, Besra, Zîqar û Nînowa yên bajarên Iraqê li dijî encamên hilbijatinan daketin qadan û çalakî dan destpêkirin.

Ev dîmen ê Bexdayê ne şêniyên herêmê daketin kolanan agir pêxistin û diyar kirin ku ew encamê hilbijartinan qebûl nakin.

Ev der jî bajarê Zîqar e, welatî bi heman armancê daketin qadan û bi şewidandina tekelan rêya sereke ya bajêr girtin û daxwaza betalkirina hilbijartinan kirin.

Nûrî El Malîkî: Divê gelê me derveyî şîdetê çalakiyên xweyên rewa pêkbînin

Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî têkildarî xwepêşandanên li dijî encamên hilbijartinên parlamentoya Iraqê li ser hesabê xwe yê tiwîtterê daxuyaniyek da.

Nurî Malikî di daxuyaniya xwe ya li ser twiterê de wiha tîne ziman: ”

Gelên me yên hêja di pêvajoyeke hesas û xeter de ez bang li we dikim, ji bo hin alî çalakiyên we îstîstmar nekin, li gor xwe bikar neynin.

Divê nerazîbûnên we yên ji bo encamên hilbijartinê bibe hişyariyek aram ku asayişê biparêzin.”

Malikî daxwaz ji xwepêşanderan kir ku xwe ji şîdet biparêzin, ji ber ku şîdet li dijî bangewazî û hewldanên me yên ji bo aştî û aramiyê ye.

HDP’ê yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê pîroz kir

Şandeyek Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê serdana Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir.

HDP’ê ji ber serketina Yekgirtûya Îslamî ya di hilbijartinên parlamenta Iraqê de, ew pîroz kir.

Endamê serkirdeyatiya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Muhemed Qadir Hawdyanî jî kêfxweşiya xwe ya seredana desteya HDP’ê anî ziman.

Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di hilbijartinê de 4 parlamenter derxistibûn.

Back to top button