Li peraven Tûnisê keştiyek ku koçberên Tûnisî tê de bûn binav bû.
Herî kêm 4 koçberan jiyana xwe ji dest dan, 19 jî winda bûn.
Li gorî rayedarên Tûnisî bi giştî 30 koçber di keştiyê de bûn.
Hate ragihandin ku ji ber binavbûna keştiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 19 kes jî winda bûn.
7 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.
Hate ragihandin ku keştî li cihekî nêzî peravên Tûnisê binav bûye.
Li gorî agahiyan temamiya koçberên di keştiyê de Tûnisî û mêr bûn.
Keştiya ku sibeha Yekşemê bi rê ket û berê xwe li girava Lampedusa ya Îtalyayê bû, li peravên Şebbayê binav bû.
Tê gotin, keştî ji bo hilgirtina 30 kesî biçûk bû û şert û mercên hewayê jî nebaş bû.