Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş encamên hevdîtinên xwe yên li Fransayî eşkere kir.
El-Mihbaş destnîşan kir ku di dîroka avakirina Rêveberiya Xweser de serdana wan pir giring bû û got: Serokê Fransa tevahiya rêbazên piştgiriyê pêşkêşî me kir.
Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civînek li navçeya Eyn Îsayê lidar xistin.
Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş di civînê de axivî û encama hevdîtina bi rayedarên Fransî re eşkere kir.
Ebid Hamid El-Mihbaş diyar kir ku serdan taybet bû û di dîroka avabûna Rêveberiya Xweser de pêvajoyek girîng bû.
El-Mihbaş destnîşan kir ku serdan ne kurt bû yan jî di çarçoveya protokolê de bû, hevdîtin vekirî bû.
El-Mihbaş teqez kir ku desteka yekser û bê sînor ji Rêveberiya Xweser re bû û wiha domand:
Serokê Fransayê bi awayekî raste rast piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD`ê ya bê sînor teqez kir.
Dê heya tinebûna terorê li gel QSD’ê bimînin.
Her wiha tevlibûna şandeya Rêveberiya Xweser di amadekirina destûra Sûriya ya nû de teqez kiriye.
Serokê Fransayê ew ê di vê çarçoveyê de bi tevahiya aliyan re nîqaş bikin.
Her wiha di aliyê civakî û xizmetguzarî de jî desteka xwe nîşan da û biryara diyarkirina miqdarek alîakrî daye.
Yek ji xalên girîng di hevdîtina bi hikumeta Fransayê mijara ewlehiya sînorên bi Tirkiyê hate nîqaşkirin.
Di hevdîtinê de qedexekirina êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate teqezkirin.
Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş bi bîr xist ku ji nuqteyên girîng ên ku hatine nîqaşkirin, mijara girtiyên DAIŞ`ê yên li gel Rêveberiya Xweser bû û wiha anî ziman:
Me bang li avakirina dagehek herêmî bi desteka dadgerên herêmî, navdewletî, destekek lojistîk û qanûnî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.
Bersîva hikumeta Fransa û serokê wê girêdayî vê mijarê erênî bû.