Ji 16’ê Cotmehê ve artêşa Tirk bi dijwarî herêmên Parastinê yên Medyayê bombardiman dike.
Lê tevî vê yekê jî, êriş li pêşiya berxwedana gerîlla nabin asteng.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, daxuyaniyek da.
Li gorî vê;
17’ê Cotmehê li herêma Avaşînê, artêşa dagirker bi teqemeniyan Qada Werxelê bombardiman kir.
Heman rojê li herêma Xakûrkê, Girê Şehîd Qehreman, Geliyê Şehîd Berîtan, Sinînê û Berbizinê ji aliyê balafirên şer ve hatin bombardimankirin.
Di navbera 13 û 16’ê Cotmehê de, Dola Konferansê û Qada Werxelê bûn gedefa êrişa balafiran.
Roja 16’ê Cotmehê li herêma Zapê, gundê Zêvê û Qada Werxelê hatin bombardimankirin.
Li herêma Metînayê, derdora gundên Êdinê, Dêşîşê, Serarû, Kela Qumriyê û devera Kordîne bûne armanca êrişa helîkopter û topxaneyên artêşa Tirk.
Li herêma Qendîlê jî 17’ê Cotmehê Girê Arasîn ê girêdayî Qada Karoxê ji aliyê balafirên şer ve hat bombardimankirin.