KMMK..Meha Îlonê binpêkirinên li Îranê zêde bûn

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê binpêkirinên dewleta Îranê yên nava meha Îlonê eşkere kir.
Li gorî raporê gelek kolber hatin kuştin û girtin.
Her wiha li dehan kesî jî êşkence hate kirin.

Komeleya Mafê Mirovan di rapora xwe de bal kişand ser bûyerên darvekirin, kuştin, xwekuştinê, êşkence û binçavkirinên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Komelê diyar kir ku di meha Îlonê de li Rojhilatê Kurdistanê kesek hate darvekirin, li girtîgehan jî 3 girtî bi gumanbarî mirin.

Kesek jî ji aliyê hêzên dewletê ve bi rengekî bêdaraz hate kuştin.

Di raporê de li ser binçavkirin û girtinê jî ev agahî hatin dayîn:

Li Ûrmiye, Sine, Kirmaşan, Mahabad, Xurremabad, Îlam, Hamedan û Loristanê gelek kes hatin binçavkirin û girtin.

49 sivîl û aktîvîstên siyasî hatin girtin, yan jî cezayê girtîgehê li wan hate birîn.

Vê mehê cezayê girtîgehê li 9 kesan hate birîn.

Meha Îlonê êrişên li dijî Kolberan jî zêde bûn.

Lin gorî raporê,

8 kolber hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Back to top button