Dadgeha DYA îtiraza Tirkiyê ya li dijî “doza şer” a li Waşîngtonê red kir

Di Gulana 2017’an de, li paytexta DYA Waşîngtonê parêzvanên Erdogan bi awayekî hovane êrişî xwepêşandanên li ber derê Konsolxaneyê kirin.
Ev hovîtî demeke dirêj di nava rojeva çapemeniya cihanê de cihê xwe girt.
Ji ber helwestên zêde, dadgeheke welat ceza li 11 parêzvanên Erdogan birîbû.
Enqerê xwest bûyerê normal nîşan bide û daxwaza betalkirina biryara dadgehê kir.
Lê dadgeha Amerîkî îtiraza Tirkiyê ya li dijî ‘doza şer’ a li Washington red kir.

Beriya 4 salan li ber çavê cîhanê hovîtiya Serokomarê Tirkiye Erdogan li Waşîngtonê xwe careke din dabû nîşandan.

16’ê Gulana 2017’an piştî Erdogan hevdîtina xwe ya li gel serokê berê yê DYA Donald Trump bidawî kir berê xwe konsolxaneya Tirk a li Waşîngtonê.

Li ber derê avahiya konsolxaneyê, kurdistaniyên kombûyî bi hildana wêneyên “azadî ji Demîrtaş re” çalakiyek pêk anîbûn.

Di wê demê de bi fermana Erdogan parêzvanên wî êrişî xwepêşandêran kir.

Di dîmenên wê demê hatîn kişandin de jî asta hovîtiya dewleta Tirk hatibû xuyakirin.

Her wiha ev dîmen di nava çapemeniya cîhanê de jî bûbû rojev.

Dadgeheke temyîzê ya li DYA’yê daxwaza Tirkiyê ya ji nûve darizandina doza di derbarê şîdeta di navbera koma ewlekariyê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û xwepêşanderan a beriya 4 salan red kir.

Dadgehê bi daxuyaniyekê got;

“Bi liberçavgirtina serlêdana ji nûve darizandinê û nebûna daxwaza dengdana endamek dadgehê, biryar hate girtin ku daxwazname bi yekdengî were red kirin.”

Di Gulana 2017’an de 15 endamên tîma parêzvanên Erdogan bi hovane êrişî çalakiya Kurdistaniyên dixwest balê bikişînin ser hovîtiya rejîma Erdogan hatibû kirin.

Ji ber hovîtiya ku parêzvanên Erdogan pêk aniyî li nava welat û Kongersê bertekên tund derketibûn.

Ev yek jî bûbû sedema ku ji 15 parêzvanên Erdogan, ceza li 11’an were birîn.

Daxwaza Tirkiyê ya ji nûve darizandinê ji aliyê dadgeha temyîzê ve hat redkirin.

Enqere îdîa dike ku mijar rewşeke serweriya welate û ji ber vê yekê ew nayê cezakirin.

Di nava kesên ku bûn armanca êrişa hovane ya parêzvanên Erdogan de, tenduristiya wan de bandorên berbiçav derdikeve.

Back to top button