Çeteyên dewleta Tirk li gundê Mamila ê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî 5 sivîlên din revandin û heta niha çarenûsa wan nediyar e.
Hat ragihandin ku doh çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Mamila yê navçeya Raco a Efrîna dagirkirî de girtin.
Hat diyar kirin dagirkeran 5 sivîl ji gund revandin.
Ji kesên ku hatine revandin Reşîd Zêbar-(Abû Kawa), Selah Ehmed Ibrahîm û Mistefa Xelîl Zêbar û navên kesên din hîn nehatiye zelalkirin.
Hate gotin ku çeteyan kesên ku revandine birin cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wan nediyare.
Hêjayî bi bîr xistinê ku ji 12’ê vê mehê vê çeteyan 13 kes ji heman gundî revandine û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.