LI MARI Û BABÊ 5 ÇETEYÊN TIRKIYÊ HATINK KUŞTIN

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li Mari û Babê rêzeçalakî pêk anîne.
Li gorî daxuyaniyê di çalakiyan de 5 çeteyên Tirkiyê hatine kuştin

Di daxuyaniyê Hêzên Rizgariya Efrînê de ev agahî hatine parvekirin:

24 Nîsanê, hêzên rizgariya Efrînê erebeyeke leşkerî ya çeteyên bi navê Ceyş el-Wetenî li derdora herema Mar’ê kirin hedef.

Di encam de erebe hat teqandin lê hejmara kuştî û birîndaran ne hat nas kirin.

25 Nîsanê jî, hêzên rizgariyê ji dû milan ve êrîş birin li ser du baregehên çeteyên bi navê Firqet el-Hemzat ê li gundê Daxlibaş yê herêma Babê û şerê rû bi rû qewimî.

Komek çeteyên din ku xwestin destwerdanê bikin jî bûn hedefa hêzên rizgariyê.

Li vir 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li heman herêmê di encama çalakiya bi motorsikleteke bombebarkiri de çeteyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Her wiha hejmarek çek û amûrên leşkerî ketin destê şervanan.

Leave a Reply

Back to top button