Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê îro carek din li Enqereyê dest pê kir

Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê ku gelek caran tê taloqkirin, îro carek din li Enqereyê dest pê kir.
Di nav de Hevserok, rêveber û endamên Desteya Rêveberiya Navendî a HDP’ê, bi giştî 108 siyasetmedar têne darizandin.
Rûniştina 5’emîn a Doza Kobane ya ku îro dest pê kir, vê carê Serokê dadgehê ku doz birêvedibir beşdar nebû.
Lewma girtiyan ji ber vê yekê diyar kirin ku ew ê parastina xwe nekin.
Rûniştin dîsa taloqî sibê hate kirin.

Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê îro carek din li Enqereyê dest pê kir.

Jiber çalakiyên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, di nav de Hevserok, rêveber û endamên Desteya Rêveberiya Navendî a Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê, bi giştî 108 siyasetmedar têne darizandin.

Girtiyên li Girtîgeha Sîncanê û siyasetmedarên li girtîgehên din bi rêya Pergala Deng û Dîmen beşdarî rûniştinê bûn.

Ji ber ku serokê dadgehê yê ku doz birêvedibir rapora nexweşiyê wergirtiye beşdarî dozê nebû û şandeyek demkî rûniştin birêve bir.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî a HDP’ê ya berê Meryem Adibellî derbarê nehatina serokê dadgehê nerazîbûn nîşanda û got;

“Ji ber ku serokê dadgehê nîne ez ê vê hefteyê jî parastina xwe nekim.”

Serokê dadgehê yê demkî hatiye wezîfedar kirin jî tekildarî nehatina Serokê dadgehê wiha bersiv da;

“Ne diyar e ku wê serokê dadgehê kengê were. Ne diyar e ku wê kengê baş jî bibe. Ji ber vê yekê parastina xwe bikin.”

Li ser vê yekê parêzer Kenan Maçoglu ji serokê dadgehê yê demkî xwest ku dema serokê dadgehê amade bibe bila miwekîlên wî parastina xwe bikin û diyar kir ku derbarê nehatine serokê dadgehê de jî agahî nedane parêzeran.

Aktîvîsta jin Aynûr Aşan hate girtin û hejmara siyasetmedaran derket 21 kesan

Di rûniştinên berê de derbarê çalakvana jin Aynûr Aşan de biryara girtinê hatibû dayîn û hat zanîn ku Aşan di çarçoveya dosyeyê de hatiye girtin.

Bi girtina Aynûr Aşan re hejmara yên girtî tên darizandin derket 21 kesan.

Aynûr Aşan ji girtîgeha lê girtî bi dîmen beşdarî rûniştinê bû, bi kurdî axivî û diyar kir ku îdianame negihîştiye ber destê wê û ji bo parastinê dema zêde xwest.

Rûniştin, wê sibê saet di 10:00’an de dewam bike.

Back to top button