Wezareta Karê Derve a Rûsyayê ragihand ku wan nûnertiya xwe a li nava NATO’yê rawestandiye.
Sedema vê yekê jî weke tewanbariya sîxûrtiyê ya li hemberî 8 nûnerên Rûs hate destnîşankirin.
Beriya demekê NATO bi bahaneya ku karên sîxûrtiyê dikin belgeya baweriyê a 8 nûnerên Rûs betal kiribû.
Li hemberî vê yekê Mosko mafê bersivdayînê bikar anî
Li ser mijarê Wezîrê Karê Dereve ê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyanî da.
Lavrov diyar kir ku ji 1’ê Mijdarê ve ew ê xebatên erka daîmî ya li nava NATO’yê rawestînin û wiha got:
Gavê ji aliyê me ve hatî avêtin li dijî kirinên NATO ye. Eşkere ye ku ji bo birêvebirina karên dîplomatîk rewş ne guncav e.
Weke bersiv jî,
Yekemîn, em ê şefê nûnertiya leşkerî jî di nav de, em ê mîsyona xwe a daîmî ji 1’ê Mijdarê ve rawestînin.
Duyemîn, xebatên erka pêwendiyên leşkerî ya NATGO li Moskoyê tê betalkirin.
Û sêyemîn jî wê xebatên buroya agahdarkirinê ya NATO li Mosko were rawestandin.
Eger NATO bixwaze tişteke lezgîn ji bo me ragihîne jî dikare bi rêya sefareta me a li Brûkselê bike.