LI SER RIYA KELEHA NECIM MAYINEK TEQIYA

Li ser rêya di navbera bajarê Minbic û Keleha Necim de mayinek bi erebeyeke sivîl re teqiya. Di encamê de 2 endamên rêveberiya sivîl a herêmê birîndar bûn.

Li gorî agahiyan li ser rêya di navbera bajarê Minbicê û Keleha Necim a rojhilatê bajarê Minbicê de mayinek hatibû bicihkirin.

Seat 15:00 de dema ku erebeyeke leşkerî derbas dibû, mayîn bi erebey ve teqiya.

Di encama teqîna mayinê de 2 endamên rêveberiya sivîl a herêmê birîndar bûn.

Her du endam ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê.

Ev teqîn di demekê de pêk tê ku QSD’ê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Dêra Zorê operesyonek pêk anî û 5 çete hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button